1:36:57 PM
RojavaNews:Endamê Komîta Navçeyî yê Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya Mihemed Se’dê di 21.8.2017 de ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYD ve hate revandin.
Piştî 2 mehan ji revandina Se’dê PYDê rê da malbata wî, ku seredana wî bike di zindana Elaya ya bajarê Qamişlo de.
Li gorî agahiyan her În hevjîna Mihemed Se’dê 20 xulekan serdana wî di zindanê de dike, lê rasterast hev nabînin, lê bi telefonê bi hev re di diaxivin.
Bi dehan endamên Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya di zindanên PYDê de ne.