12:35:54 AM
RojavaNews :Roja Înê,(1)ê Berçileya 2017an, Şandeya Nivîsgeha Pêwndiyên Niştimanî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sȗriya PDK-Sê,bi serokatiya berpirsê nivîsgehê Mamoste Seyîd Umer , beşdarî di çileya matemîniya Cîgirê berê yê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û yek ji damezrênerên PDKê ,Mamoste Elî Ebdullah ,li Hola Se,ed Ebdullah li Hewlêrê de kir.
Umer di Çilrojiya Ebdullah de ji malbat , heval,kadir ȗ endamên PDKê re sersaxî xwest ,ȗ xemgîniya xwe ji bo mirina kesayetê xebatkar ȗ kurdperwer Ebdullah di vê dema nazik ku bi ser Kurdan de tê ,diyar kir.
Di çil rojiyê de Serok Barzanî ȗ kadir ȗ endamên PDKê ȗ serokên hin partiyên Kurdistanî ȗ rewşenbîr ȗ kesayetên siyasî ȗ hikȗmî beşdar bȗn.

Cîgirê berê yê Serokê PDKê Mamoste Elî Ebdullah ,sala 1926an li Koya sinceq ji dayîkbȗye, di temenê 91 salî de , li nexweşxaneyekê li Hewlêrê ,jiyana xwe ji dest da.