8:18:40 AM
RojavaNews: roja Şemiyê 02.12.2017an, şanda Parlamentoya Herêma Kurdistanê seredana nivîsgeha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li bajarê Qamişlo kir.
Ew şand ji aliyê sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan_ Sûriya PDK_S Siûd Mela, endamê Polîtpîroya PDK_Sê Lazgîn Fexrî, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro û Tahir Sifûk ve hatin pêşwazîkirin.
Di dawiya civînê de herdû aliyan konferansek lidar xist, û seroka şandeyê Emîna Zikrî tekezî li ser yekrêziya Kurdan kir.