Print this page
PYDê hêzên çekdar di malan de li gundên Cindirêsê bicih dike

PYDê hêzên çekdar di malan de li gundên Cindirêsê bicih dike

8:39:45 AM

RojavaNews: Di dema dawî de û bi gaveke nû, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) gropên bi biçûk ji hêzên çekdar di malên vala û malên ku xudiyên wan hatine koçberkirin, li gundewarên Cindirêsê bi bicih kirine.  

Jêdereke taybet ji gundê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê ve ji RojavaNews re ragihand: Gavên ku PYDê di dema bihûrî de li hin gundewarên Cindirêsê avêtine, dema ku wê hin grûp ji hêzên çekdar li malên vala û malên ku PYDê desteser kirine hatine bicihkirin, û mebest jê têkdana aramiyê ye.

Heman jêderê got, ku ev gava nerewa ku PYDê kiriye, bûye cihê nerazîbûnê û wê di navbera welatî û çekdarên nenas de tevliheviyê di warê civakî de dirust bike, lê li gorî  PYDê  ev gav wê li beramberî hêzên êrîşkar sengerê berevaniyê  bihêz bike .

Herwiha, çêkirina baregehan di nava malan de, bûye cihê pirs û nerazîbûnê û welatiyên wan deveran xwestin ku ew hêzên çekdar ji malan derkevin û  divê li cihên xwe yên berê bêne vegerandin.

Tê zanîn ku gundên Efrînê gelek caran ji aliyê Artêşa Tirkiyê û hin grûpên çekdar ve  rastî êrîşan tên, û hin caran gefan li wan dikin.

Qadî