8:44:20 AM
RojavaNews: Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ji Keleha Semaan topan diavêjin gundên Şêrawa yê ser bi bajarê Efrînê ve û bi taybetî gundê Basofanê.
Jêderekê ji gundê Basofanê ji rojavaNews re ragihand, ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve îro, ku li Keleha Semaan bicih bûne, gundê Basofanê û hin gundên din, li nahiyeya Şêrawa, didine ber lêdanên top û tank û doşkayên xwe.
Li gorî heman jêderê , ev armanckirina gundê Basofanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve ta vê demê bi topên giran berdewam e û ev topbaranên giran bûne cihê metirsiyê.
Xelkê devera Şêrawa dibêjin, ku di van çend hefteyan de Atrêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve gelek caran gundên Herêma Efrînê bi çekên giran topbaran kirine, lê ziyan tenê madî ne, û bang li Rêxistinên Mirovî kirin, ku êrîş û topbaran werin rawestandin.
Qadî