Print this page
Yekem car alikariyên mirovî derbasî taxa Şêx Meqsûd dibin

Yekem car alikariyên mirovî derbasî taxa Şêx Meqsûd dibin

2:14:33 PM

RojavaNews: Duh, Pêncşemê, yekem car e piştî danûstandinan di navbera rêjîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) de, karwaneke ji alikariyên mirovî debasî taxa Şêx Meqsûd a ser bi bajarê Helebê ve bû.Ew alikariyên mirovî  li ser welatiyan hatin belavkirin.    

Jêderekê ji taxa Şêx Meqsûd ji RojavaNews re ragihand: “ Duh, Pêncşemê, yekem car e karwaneke ji alikariyên mirovî yê ser bi rêjîma Sûriyê ve, piştî danûstandinan di navbera rêjîmê û (PYDê) de, ev karwan darbasî taxa Şêx Meqsûd bibe û alikariyên mirovî li ser welatiyên wê taxê werin belavkirin.”

Li gorî heman jêderê, darbasbûna alîkariyên mirovî li wê taxê, destpêka derbasbûna rêjîma Sûriyê ye, ku ew tax wê di demeke nêzîk de radestî rêjîmê bibe, mîna taxên Helebê yên din, dema rêkeftin di navbera herdu aliyên rêjîm û opozisyonê de  hate kirin, û li gorî wê rêkeftinê,  hêzên çekdar ên opozisyonê ji Helebê hatin veguhaztin bo parêzgeha Idlibê.

Tê zanîn, ku Taxa Seken el-Şebebî ya li rex taxa Şêx Meqsûd , ta vê demê ji aliyê PYDê ve  girtî ye, û ji aliyê  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve çûn hatina welatiyan qedexe ye.

Qadî