10:10:54 AM
RojavaNews :Di bersiva serokatiya Parlementoya Tirkiyê de ku jê pirs kir, Kurdistan li kuderê ye.
Parelementerê Kurd Osman Baydemir Nȗnerê Partiya Gelan ya Demokratîk HDP, bersiva pirsa seroka Parlementoya Tirkiyê Ayşe Nȗr Buxçe Qablî da, destê xwe bi hêz li ser sînga xwe da ȗ got: ”Kurdistan ah li vir e, ah li vir e Kurdistan” bi wateya ku di dilê me de ye, ȗ 2 caran dubare kir.
Di lêkolîneke ser (terazokirina) Tirkiyê ya 2018an , roja Çarşema bihȗrî ,ku Baydemir tê de got:” Ez wek Parelementerekî ji Kurdistanê hatî, ez bi hêvî me ku ev perleman ji Kurd ȗ Tirkan re ,hevbeş be.”
Piştî ku parelementerê kurd beşdariya di lêkolînê de bidawî anî, Buxçe Qablî pirsa Kurdistanê jê kir, wek nîşanekê ne mikurhatinekê bi hebȗna Kurdistanê.
Parlementoyên Partiya AK Partî, li ser vê helwêstê daxwazî ji Parlementoya Tirkiyê kirin ku, baydemir were sizakirin, heman kesan ew biryar erê kir ,ȗ 2 rȗniştinan siyasetmedar ȗ parelementerê kurd Osman Baydemir hate dȗrkirin.