5:27:18 PM
RojavaNews: Berî çend rojan, li tax Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, şanoyeke plankrî di navbera PYDê û rêjîma Sûriyê de hate kirin,û li gorî wê şanoyê, dibistanên li herdu taxan, PYDê radestî rêjîma Sûriyê kir, û Birêveberiya Perwerdeyê li Helebê hemû wêne û alên PYDê li ser dibistanan rakirin û li şûna wan wêne û alên rêjîma Sûriyê hatin danîn.
Jêderekê ji taxa Şêx Meqsûd ji RojavaNews re ragihand: ”Parêzgerê Helebê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çend Moxtar li wan taxan li şûna navendên Malên Gel û Komînan yên ser bi PYDê ve bicih kirin, û PYDê hemû dibistanên wan taxan radestî rêjîma Sûriyê kir, û wêne û alên PYDê li ser dibisanan ji aliyê rêjîme ve hatin rakirin, bê ku ti kêşe di navbera herdu aliyan de were rûdan.
Heman jêderê got, ku di alas 2013an de, rêjîma Sûriyê ji wan hedu taxa kişya û PYDê kontrola wan taxan kir û hemû navend û dibistanên herdû taxan ji aliyê PYDê ve hatin deteserkirin weke şanoyeke çêkirî.
Tê zanîn, ku Taxa Seken el-Şebebî ya li rex taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ta vê demê di bin desthelata PYDê de mayî ye, û ji aliyê PYDê ve girtî ye, û çûn û hatina welatiyan qedexe ye.
Qadî