10:10:18 AM
RojavaNews :Rewşa her mirovekî ȗ jîngeha ku tê de radibe ȗ mezin dibe bi roleke giring di avakirina kesayetiya wî deradibe.
Kurdên Kurdistana Sȗriyê bi tevahî,ȗ dinav wan de welatiyên bajarê Qamişlo ,ji ber beşdariya wan di şoreşa Sȗriyê de ji 2011an ta îro ,qelenekî buha ji nexweşî ȗ mirin ȗ penaberiyê dan e.
Rizgar Xelîl ,xortekî kurd e. Kurê taxa Qenat El-Siwês ya ser bi Qamişloka evînê ve ye ,wek ku Qamişlokî hezdikin binav bikin.
Huner ȗ şano yek ji armanc ȗ xewnên Rizgar in, ku rewş ȗ êşa xwe ȗ heval ,malbat ȗ ezmȗna xwe ya tal ,dixwaze bi huner ȗ şanoyê wergirîne.
Şanogerê kurd Rizgar Mihemed Selîm Xelîl sala 2013an, ji Qamişlo penaber bȗ ,berê xwe da Hewlêrê ,peytexta Herêma Kurdistanê ,ji ber rewşa siyasî ,abȗrî ȗ alozuyên tevgera kurdî li Qamişlo ȗ tevahiya herêmên Kurdistana Sȗriyê, ku ta niha hîn jî berdewamin.
Ji aliyekî din ve , Rizgar li riya xewna xwe ya ji zaroktî ve vedigeriya,lê ti aliyên fermî yan jî saziyên bi dilê xwe nedîtin ku huner ȗ êşa xwe tê de belav bike.
3 çîrokên Rizgar hebȗn ku wî nivîsandibȗn, tenê carekê li Sentera Ala ,ku gelek caran çalakiyên kurdên Kurdistana Sȗriyê lixwe digire, şanoyên xwe bi alîkariya hin şanogerên kurd ku li Kampên Hewlêrê niştecî ne,pêşkêş kirin.
Sala 2015an berê xwe da Yewnanê ȗ ji wir berê xwe da Almanyayê,ȗ li xewnên xwe bi alîkariya derhênera almanî (Nîna Dola Şêflarî) ku ta niha pê re berdewam e ȗ “Kompaniya( Boat People Project) dest bi çîrok ȗ xewnên xwe kir.
Rizgar li Gotîngin ya Almaniyayê niha dijî ,ȗ niha rahêneriya grȗpekê dike, ȗ îro li gelek bajarên wê, karê şanoyê dike, mîna Hanover, Birîmahavên ȗ Birawnşivayigê, ȗ 3 xelat ȗ bawenameyên serkeftinê wek baştirîn şanoger wergirtin,ȗ berî 2 rojan jî vexwendin ji wî ȗ girȗpa wî re ji aliyê wezareta rewşenbîrî ve hatiye ,da beşdariyê di qehremaniya baştirîn şano de liwîlayetê bikin.
Rizgar ji RojavaNews re got :” Ev ezmȗnke pir buha ye,ȗ serkeftina wî tê de wê bibe destpêkeke nȗ di riya stêrkbȗnê de,
hêviya Rizgar ew e ,ku şanoyeke teybet bi xwe ava bike,ȗ navê Rojavayê Kurdistanê ,Qamişlo ,taxa xwe ȗ hejariya wê ,ȗ çîrokên wan weke nameyeke mirovatiyê belav bike.
Şanoya Kurdî pir dewlemend e ,ȗ pir şanogerên kurd li Sȗriyê hene ,bêtirên wan ji komên folklorî yên ,mîna Koma Narîn,xelat,armanc ,Newroz ȗ gelek navên din ,destpê kirine . Nameya wan her ȗ her xizmeta çarenivîsa kurdî dike .
R.Elî Umer