2:41:36 AM
RojavaNews :Di lêdwanekê de ji bo hin kenalên tevizyonî,piştî pêşwaziya şandeyeke hikȗmeta Rȗsiyayê, S(s)erokê rêjîma Sȗriyê Beşar El-Esed ,di bersiva pirseke peyamnêrê kenaleke sȗrî li ser danȗstandin ȗ helwêstên “Kurdan”, bi yên ku Amerîka piştevaniya wan dike, li Rojhilatê Sȗriyê binav kirin, ȗ alîkariyên navbera wan û Amerîkayê got:” Kesên ku niha di bin seywaneya Amerîkiyan de kar dikin ,dijî leşker ȗ miletê xwe , bi hesanî ez dibêjim “Ew xayin in”.
Esed berdewam kir:” Ne diruste eger em behsa sȗriyan tevan bi yek awayî bikin, baş ȗ nebaş tê de hene, ev yek nabe, ji ber ku xelk tev ne wek hev in, welatparêz hene ȗ xayin jî hene.“
Serokatiya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê , di rȗpela xwe ya fermî de ,daxuyaniyek belav kir ,ȗ bersiva Esed da ȗ got:”Xiyanet nasnameya rêjîmê bixwe ye, ji ji ber ku Esed dawîtirîn kes e ku li ser xayintiyê biaxive .”
HSDê berdewam kir: ”Esed rê li ber karwanên terorîstên ji derve hatî vekir ,ȗ wî bixe (bi xwe) deriyên zindanên Sȗriyê vekirin ,da heman tawankar welatiyên Sȗriyê bê cudayî bikujin. “
Ev tometên navbera serokê rêjîma Sȗriyê Beşar El-Esed ȗ HSDê ya ser bi PYDê ,di demekê de tên ku hin guhertin di helwêstên wan dewletan de têne dîtin, ku destên wan di Sȗriyê de heye, ȗ DAIŞ li Sȗriyê (bidawî) tê, tevî ku herdu alî bi pêwendî ȗ karê hevbeş,ji 2011an ve ta îro têne naskirin.