7:32:27 PM
RojavaNews: Birêveberê Paymangeha Dar Saz şevbiwêrkeke salane ya mûzîkê li Navenda Rewşenbîrî li Efrînê lidar xist, û hejmarek ji hunermend û mûzîkvan û cemawer, ku ji mûzîkê hez dikin beşdar bûn.
Jêderekê ji nava şevbiwêrkê ji RojavaNews re ragihand: “Navenda Dar Saz şevbiwêrkeke huner û mûzîkê ya salane di roja Înê 15-12-1017an de lidar xist, di bin serbiriştiya birêveberê paymangehê, mamoste Hesen Hamoto, li şanoyê Navenda Rewşenbîrî li Efrînê hat lidarxistin, û hejmarek ji hunermend û mûzîkvan û cemawer, ku ji mûzîkê hezdikin li wê şevbiwêrkê beşdar bûn.
Heman jêderê got, şevbiwêrk bi axaftina Birêveberê Navendê, Hesen Hamoto destpê kir, û ew li ser Xewna xwe, ku karibe stran û folklorê kurdî bi şêweyekî zanistî û bi nûte bike axivî, û baweriya wî bi zengîniya û pêşveçûna strana kurdî bilind bû, pişt re şanoyek û hin stranên folklorî ji aliyê grûpa fêrbûna mûzîkê ve hatin pêşkêşkirin û dilê hemû beşdaran hate şakirin.
Dar Saz yekem peymangeha mûzîkê, ku li bajarê Helebê ji aliyê mamoste Oseme Dede hate vekirin, û li destpêka şoreşa Sûriyê ew hate Efrînê, û ta niha li nêzî 250î şagirtî li paymangehê fêrî mûzîka Kurdî dibin.
Qadî