12:02:31 PM
RojavaNews :Piştî şoreşa Sȗriyê ȗ pêla koçberuyê ku li ser devrên kurdî de hatiye,wek deverên din yên Sȗriyê,bandoreke pir xirab ji vê koçberiyê li ser deverên kurdî çêbuye.
Piraniya malbatan ji hev dȗrketiye ,civaka kurdî di asteke pir zehmet de derbas dibe.
Nesrîn welatiyeke ji bajarê Qamişloye,hevjînê wê ber biderveyê welat çuye,ȗ ew ȗ 2arokên xwe li Qamişlo man e,gelek zehmetiya jiyanê ji bo debra zarokên xwe dibînê.
Bavê Alan ,ew jî welatiyekî bajarê Qamişloye,zarok ȗ hevjîna wî jî div ê pêla kçberiyê de ,ji berî 3salan ve berê xwe dan Ewropayê ȗ ew li wirin.
Bavê Alan mal ȗ milkên xwe tev firoştin e,ȗ li hêviy ku bigihe malbata xwe ew hîn jî li Qamişlo maye .
Bavê alan li ser vê ezmȗna tal diaxive ȗ dibêje ku malbata wî bi hemî şêweyan li çareseriyekê di gere da wî bighîne xwe ,li gor zagonên daneheviya kufletan,lê ti çare ta niha bidest nexistin.
Di nerîna bavê Alande ,”yek ji sedemên vê koçberiyê,nakȗkî ȗ cudabȗna mal ȗ tevgera Kurdî ye,lewra Miletê Kurd li Kudistana Sȗriyê koçberbȗ ȗ bi çolan ket.”
Malbat koka civakê ye,rewşa ku bi ser malbatên Kurd de hatiye bi sedema vê koçberyê pir xerabe,ȗ bandoreke nexweş wê di pêşerojê de bike.