9:21:08 AM
Roja Înê ,22ê Berçileya 2017an,Partiya Demokrata Kurdistan-Sȗriya , bîranîna salvegera koça9an ya sekretêrê xwe yê berê M.Nezîr Mustefa,li goristana Şehîdan ya li taxa Qedȗr begê li bajarê Qamişlo lidar xist.

Di vê bîranînê de hejmarek ji serkirdey,endam ,welatparêz ȗ alîgirên PDK-Sê beşdar bȗn,bi amadebȗna kurê wî Serbest Nezîr Mustefe ȗ Koma Narîn ya huner ȗ folklorê Kurdî li Qamişlo ,ya ku her sal beşdrî vê bîranînê di be,ȗ gurzek gul li ser gorna nemir Mustefa dideynê.

Piştî ku gul hatin danîn,endamê Komîteya Navçeyî Mihemed Ebdê bixêrhatina amadeyan kir,ȗ bîstikek bêdeng li ser giyanê mamoste M.Nezîr ȗ Pakrewanên Kurd ȗ Kurdistanê ȗ di pêşiya wan de serkêşê Pakrewanan Barzaniyê Nemir hate rawestandin,ȗ destpêka Qurana Pîroz li ser giynê Mamoste Nezîr hate xwendin .

endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Mihemed Seiyêd Wadî ,gotina PDK-Sê da,li ser xebat ȗ kurtejiyana wî ȗ rola giring ku di nava partî ȗ çarenivîsa kurdî di Kurdistana Sȗriyê de kiribȗ ,axivî.

Di dawiya bîranîna salvegera koça9an ya sekretêrê berê M.Nezîr Mustefa de,kurî Serbest sipasiya hemi beşdaran kir,ȗ soz da ku ew li ser rêbaza Barzanî yê nemir, riya bavê xwe bişopîne.

Mamoste Mihemed Nezîr Mustefa , di 15ê meha 11an sala 1939an de jidayik buye,piştî şehîdbȗna sekretêrê giştî yê berê ,mamoste Kemal Ehmed Derwîş ,di kongreya 9an de,hate hilbijartin,ȗ di kongreya 10an de ,cardî PDK-Sê ew hilbijart,tevî ku ew ji ber nexweşiya xwe amade nebȗbȗ.

sekretêrê berê yê PDK-Sê Mihemed Nezîr Mustefa ,di 22ê meha12an sala 2008em de jiyana xwe jidest da,ȗ li goristana Şehîdan ya li taxa Qedȗr begê li bajarê Qamişlo bi axê hate sipartin.
E.U