10:52 AM Li Kampa Domîzê Serokatiya Pêşmerge ȗ PDK-Sê bîranîna salvegera 3em ya Şehîdên Pêşmergeyên Roj lidar xist

Roja Înê,22ê Berçileya 2017an, Serokatiya Pêşmergeyên Roj ,bi alîkariya Partiya Demokrata Kurdistan –Sȗriya PDK-Sê, bîranîna salvegera 3em ya Şehîdên Pêşmergeyên Kurdistana Sȗriyê (Leşkerên Roj )li hola Kayar ya Kampa Domîzê ,lidar xist.

Di bîranîna 3em ya 52 Şehîdên Pêşmergeyên Roj de,serkirdeyên PDK-Sê mîna :Berpirsê rêxistina PDK-Sê yê giştî Ebdulkerîm Mihemed,endamê Politbîroya PDK-Sê D.Ebdulhekîm Beşar,berpirsê Ofîsa pêwendiyên niştimanî Se,yîd Umer ȗ hejmarek ji serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê ȗ firmandeyên wê ,mîna Babekir Zêbarî,Qadir Qaçax,Emîd Yihya,Ebdulxaliq Bapîrî ,berpirsê pêwendiyan li Fêşxabȗrê Şewket Berbuharî ȗ gropeke serbazên Zêrevanî ,beşdar bȗn.

. Di sestpêkê de ,bîstikek bêdeng li ser rewanên Pêşmergeyên Roj, Pêşmergeyên Kurdistanê ȗ li pêşiya wan de serkêşê pakrewanan Barzaniyê nemir ,hate rawestandin.

di salvegerê de hejmarek gotar htine pêşkêş kirin,ew jî ev bȗn:

Gotina PDK-Sê - endamê Politbîroya PDK-Sê D.Ebdulhekîm Beşar pêşkêş kir

Gotina PDKê D.Elî Teter pêşkêş kir
Gotina malbatên pakrewanan –bavê pakrewan Ehmed Eynê pêşkêş kir

Berpirsê rêxistina Leşkerên Roj ȗ endamê Komîteya Navendî Mihemed Emîn Ebas ,bi nave PDK-Sê ,diyarî ji firmandeyê Pêşmerge (Ferîqê Yekem)Babekir Zêbarî,serokatiya Zêrevanî ȗ malbatên pakrewanan re pêşkêş kir.

Malbatên Pakrewanan jî diyarî pêşkêşî PDK-Sê,PDKê, serokatiya Zêrevanî ȗ berpirsê pêwendiyan li dergehê Fêşxabȗr yê sînorî Şewket Berbuharî kirin.

Di dawiya bîranîna salvegera 3em ya Şehîdên Pêşmergeyên Roj de ,roja 22ê meha 12an ji her sal ,roja salvegera Şehîdên Pêşmergeyên Roj hate ragihandin.

Rapor E.U