5:02:38 PM
RojavaNews: Hêzên Sûriyeya Demokrat grûpeke nû ji dîlên Ereb, ku li Efrînê dîl in serbest hatin berdan, lê çalak û xebatkarên kurd ji Efrînê û hin deverên din, ta vê demê di zindanên PYDê de nehatine serbestberdan.
Jêdereke taybet ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: “Duh, roja Yekşemê 24ê Berçile, ku HSDê grûpeke nû ji dîlên sivîl yên Ereb li Efrînê serbest berdide, û ew ber bi gundewarên Helebê ve çûne û yên din berê xwe dane parêzgeha Idlibê, û tevahiya hejmara dîlan 450 kes in, û biryar hat standin ku her rojekê ji 30 ta 35 dîlan wê werin serbestberdan.”
HSD, ku piraniya wan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne, kontrola Efrîn û Munbicê li parêzgeha Helebê dikin, û wan hin dîtin û danûstandinan derbarê pevguherîna dîlan, ligel grûpên Mertala Ferat kirin, ku ew jî li bakurê Helebê ne
Li gorî jêderên taybet, ku “Bereya el-Şamiye” hin dîl û çekdarên ji HDSê girtine û ew dixwazin danûstanandinan bikin ji bo pevguherîna dîlan di nevbera herdu aliyan de.
Tê zanîn, HSDê hewl dide, mijara dîlan ji xwe re bikar bîne ji aliyekî ve, ku ew dîlên girtî, çekdar in, û ji aliyekî din ve hewl dide zindanên xwe sipî bike ji bo raya giştî, di dema ku xebatkarên kurd ta vê demê di zindanên wan de di rewşeke dijwar de dijîn.
Qadî