Print this page
Dr.Ebdulhekîm Beşar semînarek ji rêxistina Kampa Qoştepe ya PDK-Sê re pêşkêş kir

Dr.Ebdulhekîm Beşar semînarek ji rêxistina Kampa Qoştepe ya PDK-Sê re pêşkêş kir

11:26:15 AM

RojavaNews :RojaDuşemê ,li Kampa Qoştepe ya penaberên Kurdistana Sûriyê , berpirsê Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ,li Herêma Kurdistanê Dr. Ebdulhekîm Beşar ,semînarek derbarê rewşa rêxistinê ji bo rêxistina PDK-Sê pêşkêş kir.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Semînar ji Encumena Navçeyî ȗ 4 encumenên Liqê Qoştepe yê PDK-Sê ، û di nav wan de Liqê jinê pêşkêş kir.

Ji demjimêr 6 ta 12ê êvarê ,semînarê berdewam kir.û li   3 cihan hate pêşkêşkirin.

Di destpêka semînarê de ,bîstikek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê ,hate rawestandin.

Berî ku Dr. Ebdulhekîm Beşar semînara xwe destpê bike ,B(b)erpirsê rêxistina PDK-Sê guhdarî pirs û nerînên  hemî endaman kir, ku tevahiya wan xalan bi pêşketin û kelemên ku dikevine pêşiya endamên Partî ,di kar ȗ xebat ȗ xizmeta miletê Kurd de ,ȗ hin xwestekên rojane ku bi xelk ȗ jiyana wan ve girêdayî ,ji aliyên endaman ve ji Dr. Hekîm re hatine veguhestin.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê ,bi hûrane li ser wan pirsan rawestiya ȗ çareserî derbarê bêtirên kêşeyan hatin şirovekirin û soza çareseriya hin kêşeyên din da, ku bi jiyana rojane ve girêdayî ne.