Print this page
Dadgeha PYDê serkirdeyekî PDK-Sê bi salekê zindan siza kir

Dadgeha PYDê serkirdeyekî PDK-Sê bi salekê zindan siza kir

10:52:05 PM

 

RojavaNews :Jêdereke teybet ji Qamişlo ji RojavaNews re got:” Dadgeha nerewa   ya “RêveberiyaXweser” ya ser bi  PYDê ve, roja Înê 29ê Berçileya 2017an, salek zindan li ser serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sȗriya PDK-Sê, Salih Cemîl Umer , weke siza sepand.

 “PYDê di siyaseta xwe ya şaş ȗ kiryarên xwe yên kor ȗ nerewa de derbarê serkirde ȗ endamên PDK-Sê ȗ ENKSê, li ser xaka Kurdistana Sȗriyê berdewam e,bi van  kiryar û biryarên xwe cudahiyê dixe navbera miletê Kurd,ȗ  nakokiyan  zêde dike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sȗriya  PDK-Sê, Salih Cemîl Umer, xebatkarekî Kurd e ,di Herêma Aliyan ȗ Dêrik ȗ Qamişlo de, li Rojavayê Kurdistanê,bi kurdayetiya xwe hatiye naskirin,ȗ her dem li ser rêbaza Barzaniyê Nemir doza mafê Kurdan şopandiye, ji xortaniya xwe ve tevlî rêxistina PDK-Sê buye bûye,ȗ bi xebata xwe di desteyên wê de her pilebilind bûye,ta ku di kongreya yekbȗna PDK-Sê de ya Nîsana 2014an ,ji bo endamtiya Komîteya Navend, hate hilbijartin.  

Salih di xebata xwe de gelek caran li ser destên rêjîm(a) Beis a Sȗriyê hate girtin, dawîtirîn girtina wî li ser destên PYDê bȗ ku di 23-8-2017an,li nivîsgeha Salih ya Girkê Legê , wan ew desteser kir, 55rojan di zindaneke tekane de li Dêrikê hiştin,pişt re berê wî dan e zindana Elaye ya navbera taxa Elaya ȗ taxa Qenat Siwês, ta îro ev biryar derbarê wî ji aliyê dadgeha nerewa ya PYDê ve bê ti gunehî hate standin .

Salih Cemîl Umer mirovekî bi temen e, nexweş e,ji ber hildana guşara xwînê,  pêwîstiya wî bi rehetî ȗ guhpêdanê pir heye, ev yek qet di zindanên sitemkaran de peyda nabe.

Tevlî guhertinên siyasî ȗ yekîtiyên ku dijminên Kurdan li dijî Kurd ȗ Kurdistanê  dikin, hîn jî Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ji siyaeta xwe ya yekalî,ȗ sepandina biryaran li ser Kurdên Kurdistana Sȗriyê ne rawestandiye, ȗ bi sedan xort ȗ xebatkarên Kurd di zindanên wê de binçav in.

R-E.U