2:24:48 AM
RojavaNews :Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran ȗ Komeleya Şoreşger a) Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê di daxuyaniyeke hevbeş de, ji Civaka Navdewletî xwestin ku piştevaniya xelkên Îranê bike.
Di daxutanyê de wisa hatiye:
Di her çend rojên bihȗrî de, şepêleke berfireh ji xelkên nerazî derbarê hikȗmeta Îslamî ya Îranê ȗ rewşa ku xelk tê de ne, destpê kir ȗ hîn jî e.
Yek ji sedemên sereke yên xwepêşandanan ew e ku milet di qeyranek e qeyraneke aborî de ye, ji ber siyaseta Rȗhanî di herêmê ȗ Rojhilata Navîn de dike , rewşa xelkê pir zehmet bȗye.
Xwepêşanderan amaje bi saleke bêkar, gendel, nedadperwer ȗ dektator kir, ku qet rê neda kesên ji rêjîmê nerazî derbarê bi şêweyekî sivîlan e biaxive, ne rawestiya , ȗ berpirsê wê tine,ȗ ti hesabî ji viyana xelkê re na ke.
Rêjîma Islamî ya Îranê,wek herdem ,beramberî deng ȗ daxwazên rewa ,bi çek ȗ zorê hêzên Pasdaran,bi sedan xwepêşander binçav kirin,ȗ hewldana binpîkirin ȗ bêdengkirina milet li tevahiya bajarên Îranê hate kirin.
Xelkên Kurdistan a Îranê,herdem xwe diber dengê azadiyê ȗ mafxwazî ȗ azadîxwazan ,pêşeng dibînin,ȗ piştevaniya xwepêşanderan ȗ daxwazên wan li seranserê Îranê ,ji bo gihştina dadperwerî ȗ jiyaneke baş ȗ demokrat dikin.
Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran ȗ Komeleya Şoreşgera Zhemetkêşan a Kurdistana Îranê di dawiya daxuyaniya xwe de ,daxwazî ji Civaka Navdewletî kirin ku piştevaniya xwepêşenderan bike,ȗ guşarê li ser rêjîma Îranê bike da daxwazên miletê Kurdistanê ȗ tevahiya miletê Îranê bi hemî netewên xwe ve azad bi ke.
Di heman demê de her 2 partiyan ,daxwaza berdana girtiyên siyasî di zindanên vê rêjîma şofenîst de di kin.
Xwepêşandanên li Îranê roja Pêncşemê 28ê Berçileya 2017an , ji bajarê Meşhed destpê kiribȗ,piştî 72 demjimêran li 30 bajaran pêket ,îro Yekşemê 70 bajarên din amadebȗna xwe ji bo derketina xwepêşandanan ragihandine.
W-E.U