2:43:40 PM
RojavaNews: Artêşa Tirkiyê û hin grûpên islamî, şeva Şemiyê bi topên giran û hawinan êrîşa xwe li ser hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Herêma Efrînê, dûbare kirin, lê hêzên (YPG) bi çekên giran bersîva wan dabûn û di encamê de 7 çedarên grûpên islamî hatin birîndarkirin.
Jêderekê ji devera Şera ji RojavaNews re ragihand: "Artêşa Tirkiyê û çekdarên grûpên islamî bi çekên giran gundê Merenazê û Eyn Deqnê û girê Qestel Cindo yên ser bi devera Şera ve, li Herêma Efrînê topbaran kirin, lê (YPG) bi çekên giran bersiva wan dabûn û di encama topbarana du aliyan de 7 çedarên grûpên islamî birindar bûn.”
Neişteciyên gundên deverên Şera û Şêrawa van êrîşan şermezar dikin, ku ji çend mehan ve gundên sînorê Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî topbaranan tên û bi taybetî yên nêzîkî sînor, wek girê Qestel Cindo û gundên derdora Kelha Semhan, lê ziyan tenê madî ne.
Qadî