Print this page
Heşda Şeibî keçek ji Kurdistana Sȗriyê kuşt

Heşda Şeibî keçek ji Kurdistana Sȗriyê kuşt

5:31:03 AM

RojvaNews :Bi sedema teqînên Heşda Şeibî keçeke ji Kurdistana Sûriyê jiyana xwe jidest da.

keçeke kurd ji Kurdistana Sȗriyê, sînorê Herêma Kurdistanê bi Kurdistana Sȗriyê re derbas kir, jiyana xwe jidest da.

Roja Sêşemê, 2ê Çileya 2018an, keçeke Kurd bi navê Reşîde Osê , ji gundê Xezne yê ser bi bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sȗriyê , dema ku sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê cihên li bin destên milîsên Heşda Şeibî derbas kir , Heşdê gule bi ser de barand in, êdî wê keçeka kurd, ji tirsa jiyana xwe jidest da.

Hin jêderyên li Qamişlo belav kirin ku:” Reşîde Osê dixwest xwe bigihîne hevjînê xwe yê li Herêma Kurdistanê niştecî ye, ji ber ku sînorê Sêmalka yê sînorî yê di navbera Herêma Kurdistanê ȗ Kurdistana Sȗriyê de ,ji aliyê cihên li bin destên milîsên Heşda Şeibî ve bi awayekî nerewa derbas kir, Heşdê gule  di ser serê wê re berdan, êdî jiyana xwe jidest de.

Di heman mijarê de , jêderekê  bûyer ji nîzîk ve şopand û got :” Welatiya Kurdistana Sȗriyê, Reşîde Osê, jiyana xwe ji” tirsa Heşda Şeibî “jidest  da, dema ku gule bi ser de barandin , krîza dil pê re çêbȗ ,ew ji tirsa mir” li gor wê jêderê “.

Heşda Şeibî ji demeke nêzîk ve ,piştî guhertin ȗ êrîşên hikȗmeta Bexdayê ȗ Heşda Şeibî ya Şîî bi piştevaniya Pasdarên Îranî ew cihê sînorî li aliyê Şengalê ȗ Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve û gelek bajar ȗ deverên Kurdistanî desteser kirin,ȗ gelek biryar ȗ zagon li ser Herêma Kurdistanê sepand in.