Print this page
Raperîna miletên Îranê buhara azadiyêye

Raperîna miletên Îranê buhara azadiyêye

9:51:06 AM

RojavaNews :Raperîna miletên Îranê dijî hikȗmetê ȗ gendelî, dizî, aborî û siyasî ku dike,ȗ rewşa milet ji hemî aliyên jiyana wan a rojane ȗ herdem ve ku miletên Îranê tê de dijîn ,ȗ ji ber azadî qet tê de tine ȗ nerîn her binpî dibe, raperîn pê ket, bajarên ku destpêkê bi raperînê rabȗn li pey hev wisa bȗn:

Yekem roj:

Meşhed-Nîşabȗr-Kaşmir

Duyem Roj:

Li bajar ȗ deverên Bakur ȗ Rojavayê Îranê belav bȗ:

Meşhed-Nîşabȗr-Kaşmir-Şahrod-Bîrcend-Nȗ Şehir-Tebrîz-Tehran-Kirmanşah-Reşt-Sarî-Qum-Ormiyê-Erdbîl-Mehabad-Qayim Şehir-Ahwaz-Şîraz-Xurm Abad-Asfehan-Semnan-Hemedan-Arak-Tişalos-Sipzwar-Kerc-Melayir-Yasoc-Qotşan-Miyando Ab-Turkmen Sehraa

Sêyem roj:

Raperîn li piraniya bajar ȗ deverên Îranê yên li Bakur ,Orte-Rojava fireh ȗ belab bȗ.

Deverên ku bi piranî lê belav bȗ, ev bȗn: Meşhed- Asfehan- Kermanşah -Qum- Tehran- Ahwaz- Reşt-Hemedan-Şîraz-Xendrî Can-Îze

her weha ev heftiyek li ser derbas bȗye ȗ hîn jî berdewam e. 

Girtî:

Li gor jêderan hejmara girtiyan ta roja Sêşemê gihişte navbera:

ji663  ta1000  girtî yî

Li Tehranê bi tenê:

450  -di zindana Êvîn de

100 di zindana bajarê Arak ya parêzgeha Merkezî de

 3 Hemdan

 4 Azar Şehir

25 Kaşan

10 Ormî

11 Ribat Kerîm

Şehîd

Li gor ku çalkvan ȗ Opozisyona Îranê belav kir:

Ji 28ê Berçileya 2017an ta 2ê Çileya 2018an

30 Şehîd bi çekên rêjîm ȗ Pasdarên Îranê bȗ ne qurbaniyê raperînê,bajarên ku tê de şehîd ketin ev in:

Meşehed-Hemdan-Asfehan-Nȗr Abad-Qedrîan-Şahîn Şehir-Tiwîsirkan-Îdic

ta roja 31ê Berçileya 2017an(4em roja Şoreşê) :

14 kes şehîd bȗn,jiwan:

5 kes li Meşehedê  

2 kes li Îdicê

18 kes ji 1ta 2ê Çileya 2018an şehîd ketin…

Siloganên di Raperîna Miletên Îranê de hatine gotin ȗ hildan:

Xortên Îranê rabin ȗ netirsin em tev bihev re ne

Bimre dektator

Bimre Rȗhanî

Bi me bifikrin

Ji Sȗriyê derkevin

Ne Xezze ȗ ne Lubnan giyanê me jite re Îran

Ji sedemên herî germ ji pêxestina raperînê

Eşkerebȗna doseyên mezin yêgendeliya hikȗmetê

Ragihandina Banka Merkezî girtina gelek saziyên pereyan ku xwediyên wan kes ȗ zaroyên berpirsên hikȗmeta Îranê ne.

Heman saziyan perê bi 100ên hezaran ji welatiyan ku perên xwe liba wan bikar tannin paşguh xistin ȗ li wan venegerandin

Tevî ku Îran dewlemende bi rewşa xwe ya sirȗştî ji ber ew mestirîn jêdera petrol ȗ xazê ye,lê milet:

25 000 000 di feqîrîyê de di jîn

Bêhtir ji nîvê miletê Îranê bi pêwîstiya alîkariyên hikȗmetê ne

Rêjeya betaliyê di sala 2017an de gihşt e 12.4%,bi zêde bȗna 1.4% beramberî sala bihȗrî ya 2016an

Hikȗmeta Îslamî ya Îranê rewşa miletê Îranê bipiştguh dixe ȗ piştevaniya 60Milîsên Şîî ji regezên Evxazanistanî,Îraqî,Libnanî di ke,ku mil bi mil bi rêjîma Sȗriyê re ji destpêka şoreşa Sȗriyê  şer dikin

Piştevaniya milîsên Hiȗsî li Yemenê dike

Piştevaniya milîsên Hizbuleh a Lubnanê bi çek ȗ pera di ke.

Xerciya hikȗmeta Îranê di piştevaniya leşkerî ȗ ewlehî ya herêmê de gihişte bêhtir ji

3Tirlyon Dolar

Li Sȗriyê bi tenê salane 15 000 000 Dolar di de

Biwateya ji 2013an ve 75Milyar da ye

Hin helwêstên herêmî ȗ navdewletî:

Amerîka :piştevaniya xwepêşandan kir,ȗ girtina xwepêşanderan şermezar kir.

Donald Tramp:Rêjîma Îranê hov e,pereyên Barak Obama dan e hikȗmeta Îranê,tev ji teror ȗ berîkên serkirdeyên rêjîmê re çȗn.

Yekîtiya Ewropayê(Mogrînî):me pêwendî bi hikȗmetê re kirin e ,divê hikȗmta Îranê rêz li mafê xwepêşanderan bi xwepêşandanên aştiyane bi ke.

Rȗsiya:ev bȗyerên li Îranê çê dibin nerazîbȗneke civakîye,wê bidawî were,daxwaz ji welatiyên xwe yên li îranê kir ku dȗrî bȗyeran bi bin.

Tirkiya:baweriya me bi hikȗmeta îranê heye ȗ ew ê van bȗyeran çareser bi ke.

Opozisyona Sȗriyê(Îtîlaf):em piştevaniya tevahiya mletên Îranê dikin,ev rêjîm pêl maf ȗ azadiyê kiriye,serkeftin her wê ji miletan re be.

ENKSê:piştevaniya raperîna miletên Îranê kir,bi teybet miletê Kurdistana Îranê,ku qelenê herî mezin derbarê şofîniya hikȗmeta Îranê daye,hikȗmeta îranê sitemkar e,em azadiyê ji tevahiya miletan re dixwaz in.

Berîtaniya:wezîrê derve yê Berîtaniyayê Borîs Conson:Mixabin ev hejmara kuştiyan di van bȗyeran de  çêbȗ,em daxwazê ji hemî aliyan di kin tundî ȗ şer nekin ,em bihêvî ne rêz li zagonên mafên mirovan yên navdewletî bi kin,pirsên xwepêşanderan ji mafê wan e .

Ji şoreşên miletên îranê berî niha :

Şoreşa kesk sala 2009an-xwepêşandanên sala 2011an-raperîna Mehabadê sala 2015an.

R-E.U