5:45:03 PM
RojavaNesw: Roja Îna bihûrî, asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve, bi deh otomobîlan mala serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistan Ismaîl dorpêç kir, ku wê partiyê dixwest konferensa rêxistina Kobanê di roja Înê de li gundê Şikeftê, li Herêma Kobaniyê lidar bixe, hate qedexekirin û hemû serkirdeyên li wê civînê hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya ku partiya navbûrî belav kiriye, biryara lidarxistina konferensê hatibû standin ku di roja Înê de be, lê çekdarên ser bi Asayîşa PYDê ve bi deh otomobîlan êrîşî ser mala serkirde Îsmaîl Mistefa kir û hemû serkirdeyên di wê civînê de birin Navenda Asayişê û lêpirsîn bi wan re kirin û piştî 2 demjimêran ew berdan.
Heman partiyê, kiryarên PYDê şermezar kir, ku kiryarên PYDê pê radibe bi darê çekan li Herêm Kurdistan Sûriyê, mebest jê ew e tinekirina aliyên cuda ji wan û têkbirina civaka Kurdan.
Ne cara yekê ye, ku desthilata dêfakto bi van karên terorê û dûrî prensîpên kurdayetiyê radibe, ku ji berî demekê ve kongireya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî qedexe kir û çalakvan û endamên Encûmenê dixe zindanan.
Qadî