Print this page
PYDê bi darê zorê bacan werdigire ji welatiyan li Girkê Legê

PYDê bi darê zorê bacan werdigire ji welatiyan li Girkê Legê

1:18:14 PM

RojavaNews: Duh Yekşemê 7 . 1. 2018, Desteya Darayî ya ser bi PYDê ve,  li bajarokê Girkê Legê ya Kurdistana Sûriyê belavok li ser  welatiyan belav kirin, û tê de hatibû, ku divê welatî bacan wek bacên dahatê ji sala 2017an de bidin.

Welatiyê bi navê Gulal Liyanî ji RojavaNews re ragihand, ku Desteya Darayî ya ser bi PYDê ve belavok li ser xwediyên dukan, otomobîl, kompanî û bazrganan belav kirin,  ji her aliyekî re  pereyên ku divê  bide PYDê destnîşan kiriye, û her kesê ku bacan nede wê wî veguhêze Dadgeha Darayî, û bi darê zorê wê jê wergirin.

Ev ne cara yekê ye, ku PYD bacên wiha li ser welatiyên Kurdistana Sûriyê disepîne.