9:28:03 AM
RojavaNews: Roja Yekşema bihûrî 7.1. 2018, malbata pakrewan pêşmerge Besam Mihemed Xelef salvegera sêyem a kurê xwe li gundê Girziyaretê Çolê yê ser bi bajarê Girkê Legê vejand.
Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê , nûnerê Dezgha Şehîdên Kurdistana Sûriyê û xelkên gund di merasîma vejandinê de amede bûn.
Bavê pakrewan Besam, bixêrhatina mêvanan kir, û tekez kir ku ew ê berdewam be li ser rêbaza Kurdayetiyê ta ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bigihe mafên xwe.
Besam Xelef û sê hevalên wî (Emgiyan Badînî, Xemgîn Qedrî û Basil Hacî) li Nahiyeya Tilehferê, roja 7.1 . 2015an de şehîd bûn.