Print this page

Rewşa dawî li Kobanî: 4 gundên din hatin rizgarkirin

Rojava News: Operasyonên kontrolkirina gundên Kobanî berdewam dikin û hêzên kurdî doh 4 gund û deverên din ji destê DAIŞê derxistin. Kantona Kobanî jî ji bo pûçkirina mayînan daxwaza alîkariyê dike.

 

Hêzên kurdî karîn gundê Dadalê ku 35 kîlometran dikeve başûrê rojavayê Kobanî, kontrol bikin û li aliyê başûr jî gundên Zîrîk û Aşmê rizgar bikin.

 

çarkerêya Cub El-Ferec jî ku xaleke stratejîk e, ji aliyê hêzên kurdî ve hat kontrolkirin.

 

Li aliyê rojhilatê jî gundê Korik ku 40 kîlometran dûrî Kobanî ye, ket destê hêzên kurdî.

 

Hat ragihandin ku hêzên artêşa Azad jî çend gund nêzîkî Pira Qereqozaqê ku 40 kîlometran dikeve başûrê Kobanî, kontrol kirine.

 

Tê zanîn ku Gora Şah Silêman ku leşkerên Tirk wê diparêzin, bi tenê 3 kîlometran ji Pira Qereqozaq dûr e.