1:01:15 PM
RojavaNews :Li ser daxwaza Şêx Gulal Heqî ,şêxê malbata Heqî ,roja Pêncşemê 18ê Çileya 2018an,bi beşdariya hejmarek mela , murîd ȗ gundî limêja baranê , Li gundê Hilwa Şêx ,ya ser bi Tirbe Sipiyê ve ,li Kurdistana Sȗriyê,hate kirin.

Di limêjê de ,şêx Gulal ȗ beşdaran ,duaa ji Xweda kirinin ,da xêr ȗ baranê bi ser wan de bi barînê,ȗ milet ȗ xak ȗ sirȗşta Rojavayê Kurdistanê bi dilovaniya xwe şad bike.
Piştî limêja baranbarînê ,Şêx Gulal Heqî di xudbeya camiya gund de,daxwaza lêbȗrînê di nav hemî gundî ȗ beşdar ȗ xelkê de kir ,ȗ amaje bi alîkariya xwediyên pêwîstiyan ȗ feqîran ,ȗ dȗrbȗnê ji tiştê ku xweda qedexe ȗ guneh kiriye kir.
Heqî destnîşan kir” Rêka pak ȗ rast bi suneta Xweda ȗ Pêxmber bişopînin,ew ya raste ji bo duaa ȗ sipasiya xweda li ser neimetên day me.”
Çileya 2018an nîzîkî bidawî bȗnê di be,ȗ baran tê de wek her sal ,ne hat,lewra xak ȗ zevî bê av man,ȗ tirsa xelkê ji birçîbȗn ,feqîrî ȗ nexweşiyan heye,ȗ li gelek cih ȗ gund ȗ bajarên Kurdistana Sȗriyê,limêjên baranbarînê ȗ zêw hatine kirn.