Print this page
FiraksiyonaENKSê di Kiwalisiyona Opozisiyona Sûriyê de derbarê daxuyaniya Kiwalisiyonê li ser êrîşên ser Efrînê Daxuyaniyek balav kir

FiraksiyonaENKSê di Kiwalisiyona Opozisiyona Sûriyê de derbarê daxuyaniya Kiwalisiyonê li ser êrîşên ser Efrînê Daxuyaniyek balav kir

4:14:20 AM

RojavaNews:Roja Duşemê,22ê çileya 2018an, Firaksiyona Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sȗriyê,ENKSê ,di Kiwalisiyona Opozisiyona Sûriyê de ,derbarê daxuyaniya Kiwalisiyonê li ser êrîşên li ser Efrînê Daxuyaniyek balav kir,ȗ got ku “ew daxuyanî bê gengeşekirin û bê erêkirina me derketiye.”

Daxuyanî wisa hatiye:

Daxuyanî ji Firaksiyona Encumena Niştîmanî ya Kurdî di derbarê daxuyaniya Kiwalisiyonê li ser êrîşên ser Efrînê Derengê şeva 21.01.2018 Kiwalisiyona Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisiyona Sûriyê daxuyaniyek derxist ku tê de piştevaniya xwe ji bo destwerdana leşkerî ya Turkiyê bi beşdariya girûpine bi ser Hikûmeta Demkî ve di navçeya Efrînê ya Kurdî de li jêr navê "Artêşa Niştîmanî" nişan da ku Kiwalisiyonê bi wê artêşê tenê di ragihandinê de bihistiye.

 Tevî ku biryar bû desteya siyasî ya Kiwalisiyonê civîneke taybet ji bo Efrînê lidar bixe.

 Em weke Firaksiyona Encumena Niştîmanî ya Kurdî di Kiwalisiyinê de tekez dikin ku ew daxuyanî bê gengeşekirin û bê erêkirina me derketiye, wate nerîna me weke nûnerên Encumenê dernabirîne û rem edkirina xwe ya tund ji wê daxuyaniyê re nîşan didin û em pabendiya xwe bi helwesta Encumena Niştîmanî ya Kurdî ku di dawînameya Emîndariya Giştî ya roja 12.01.2018 û daxuyaniya di vê derbarê da ya roja 20.01.2018 didin diyar dikin ku tê de Emîndariya Encumenê vê destwerdana ku Gelê Kurd rastî metirsî û êşûazarê dike şermezar dike. Û daxwaza rawestandina bombebarankirin û operasiyonên leşkerî dike. Em dibînin ku ev destwerdan wê bibe sedem ku navçe ji bo Rêjîma Sûriyê were radestkirin û bi wê yekê wê piroseya siyasî û ewlekarî li navçeyê aloztir bibe.