5:52:14 PM
RojavaNews :Encumena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ,dûrî kamîreyên ragihandinê,civîneke awarte ji bo reşa Efrînê lidar xist,û piştevaniya xwe ji bo miletê Kurd li efrînê daxuyanî.
Roja Ҫarşemê.24ê Ҫileya 2018an,Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ENKSê ,ji ber rewşa Efrînê, civateke awarte, li Qamişlo lidar xist.
ENKSê berî bi civîna xwe destpê bike,bîstikek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê ,li pêşiya wan serkêşê pakrewanan Barzaniyê nemir ,rawestiya.
Endama Emîndariya Giştî ya ENKSê, Fesla Yûsiv, ji ARKê re ragihand"Ji ber rewşa Efrînê û êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ,me wek ENKSê, civîneke awarte lidar xist,û ev êrîş me şermezar kir."
Yûsiv berdewam kir"Îrû pilaneke pir mezin li ser Miletê Kurd tê birêve birin,em gihane gelek biryar dane di civîna xwe de,yek jê ,em ê daxuyaniyekê belav bikin, van êrîşan û hikûmeta Ardogan şermezar bikin,ya din me birar da ku xwecehiyên ENKSê li her derî derkevin xwepêşandana ,ji bo piştgiriya miletê me yê Kurd li Efrînê ku bêtirên wan sivîlin yên bûne qurbaniya vî şerî.