Print this page

Daxuyaniya sikirtariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya kurdî derbarê berdewamiya destdirêjiya Tirkiya li ser Afrînê

11:59:40 AM

RojavaNews:RojavaNews:Roj bi roj armancên oparesyona tayê xwînê ya artêşa Tirkiyê li Afrîna kurdan û navçeya wê eşkere di be, bi rêka oparesyonên kuştina sivîlan û wêrankirina mal û milkên wan û şehîdbûna bi dehên sivîlan  bi rêka bikaranîna topxane û firoke û çekên giran û bombebarankirina gund û bajar û zeviyan, bi beşdariya milîtanên” hikûmeta Sûriya demkî” yên bi navê (artêşa niştimanî ya Sûrî), piştî ku wan milîtanan dest berdan ji erkê xwe yê qaşo li dijî rijêmê û terorê li hember komkujiyên li Gota rojhilat û Idlibê û dervên din yên dibin, bi armanca kontrolkirina hin rûberan li hundirê Sûriyê û parçekirina navçeyên kurdistana Sûriyê , herwiha dijminatiya maf û daxwazên gelê me yên netewî.

Herçende ku armanckirina gelê kurd û navçeyên kurdan li jêr her navekî be û ji çi aliyekê be, bi xwe ew destberdariye ji armancên şoreşa Sûriyê, ya ji bo wê xelkê Sûriyê xwe nirxekî giran daye ji bo bidestxistina rumet û azadiya xwe, ku gelê kurd jî ji bo wê qurbaniyek mezin daye ji bo dabînkirina azadiyê û jinavbirina terorê, ku xebata gelê kurd bi dehên salan li pêş şoreşa Sûriyê bû û hevdem ligel destpêkirina şoreşê rabû li dijî stem û zordariyê, ji bo avakirina dewleteke demokrat bo tevahiya xelkê Sûriyê.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ku ENKS'ê pêkhateyeke giring e tê de, îro daxwaz kiriye li xwe vegere û lêborînê bixwaze ji helwesta xwe ya xirab û ji daxuyaniya xwe ya belavkirî  ku tê de piştgiriya xwe bo vê oparesyonê aniye ziman ,ji ber helwesta wê li hember aliyekî, ku ev helwesta wê ya li hember vê destdirêjiyê wê bibe tawanek û gunehek li hember xirabiya baredoxan û gefên wê li ser aştiya navxweyî.

Encûmena Niştimanî ya kurdî dubare vê destêwerdanê û kiryarên kuştin û wêrankirin yên bi rêka bombebaran û oparesyonên leşkerî şermezar dike, hevdem daxwaza vekişandina wan hêzan bo serbazgehên wan dike, û nerazîbûna xwe li hember helwestên dewletên kartêker û nemaze li hember helwesta Rûsiya û Amerîka nîşan dide, ku helwestên wan li astê berpirsyaretiya parastina Afrînê û xelkê wê nînin, nemaze ku Afrîn bibû penagehek bo xelkê Sûriyê, û hevdem ENKS'ê bangwaziyê dide NY û dezgehên navdewletî û saziyên mafên mirovan ji bo destêwerdanekê bikin ji bo parastina navçeyê û xelkê wê.

Di demên ku ENKS'ê tekez dike ku pêkanîna yekrêziya kurdî ya hêviya her kurdekî dilsoz e, ew giringtirîn pêdawîstiyên xwerageriya xelkê Afrînê ye, hevdem ji PYD'ê daxwaz dike ku bi aweyekî micd rabe bi peydakirina seqayekê guncayî ji bo yekrêziyê bi rêka azadkirina karê siyasî û sivîl û xwe dûr bike ji taketiyê û standina biryarên tekalî nemaze biryarên girêdayî bi çarenivîsa gelê kurd û serbestberdana girtî û revandiyan....û destpêkirina hevpeyvînekê ku ENKSê dibîne ku hêjî rêkeftina Dihokê zemîneke baş û guncayî ye ji bo derbaskirina vê qonaxa giring û hestiyar.

Encûmena Niştimanî ya kurdî di wê baweriyê de ye ku vîn û yekrêziya xelkê Afrîn bi hemû pêkhateyên wê garantîye ji bo parastina wê û darê zeytûn û zeviyên wê ji her destdirêjeyekê, û hevdem daxwaz ji encûmenên xwecihî yên xwe dike ji bo hevkariya Afrîn û pêkhateyên wê û lidarxistina girev û xwepêşandanên cemewarî ji bo şermezarkirina vê destêwerdana Tirkiyê û milîtanên wê di ke.

Sikirtariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Sûriyê

24.01.2018

Qamişlo