Print this page
Girkê Legê.. PYDê nehişt ku Encumena Niştimanî a Kurdî xwenîşandanekê bo Efrînê lidar bixe

Girkê Legê.. PYDê nehişt ku Encumena Niştimanî a Kurdî xwenîşandanekê bo Efrînê lidar bixe

4:23:08 PM

RojavaNews :Roja Yekşemê ,28ê Çileya 2018an,piştî ku herdu Xwecehiyên Encumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ENKSê, li Girkê Legê ,ȗ Xwecehiya Şehîd Nesredîn li Çil Axa ,biryardan, ku wê xwenîşandanekê bo Efrînê ,Duşemê,lidar bixin,çekarên PYDê,girtin e bi ser wan de,ȗ bi zorê ew kişandin,ȗ piştî lêkȗlînan bi endaman re,nasnameyên wan ji wan standin,ȗ gotin ,eger win xwenîşandanê lidar bixin,em ê we ji derveyê Kurdistana Sȗriyê derbi xin.

Xwecehiyên Encmena Niştimanî a Kurdî daxuyaniyek derbarê vî karê PYDê der xistin,ȗ gotin:”piştî ku Emîndariya Giştî ya ENKSê ,ji hemȗ Xwecehiyan xwest ku ,xwepêşandanan ji bo piştevaniya Efrînê ,ȗ şermezarkirina êrîş ȗ topbarankirina Tirkiyê li ser miletê me yê Kurd li devera Efrînê bi kin,me jî wek Xwecehiyên ENKSê  li Girkê Legê ,ȗ Xwecehiya Şehîd Nesredîn li Çil Axa,roja Duşemê,demjimêr 12:30ê nîvro,bo xwenîşandanê ragihand,lê PYDê ,gef li hemȗ endamên me kirin,ȗ nasname jî ji me standin, ȗ ji me re gotin ,eger win xwenîşandanê lidar bixin,em ê we der bixin derveyê Kurdistana Sȗriyê .”

Xwecehiyên ENKSê ,di daxuyaniya xwe de berdewam kirin:”ji ber vê yekê,ȗ ji ber ku PYDê,xwenîşandaneke hevalên xwe  di heman demê de ragihand,ji ber pirsgirêk çênebe,em xwenîşandanê lidar naxin.  “

 Xwecehiyên Encumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ENKSê,xwenîşandan li Qamişlo,Amȗdê,Hesekê,her weha li Ewropayê jî ,bo piştevaniya Efrînê kirin.

E.U