12:53:11 PM
RojavaNews:Xwecihiya Encûmena Niştimanî a kurdî ENKSê li Holenda, û Hevkariya Partiyên kurdistanê (Hevkarî) û saziyên civaka sivîl yên kurdî li Holenda, bangewaziyê didin revenda kurdî ji bo beşdariya xwepêşandanekê li pêşiya parlamentoya Holenda .
Xwepêşandan roja înê 02.02.2018'an e, danê êvarî ,li demjimêr 13:00 ta 16:00ê, ji bo piştevaniya gelê me li Afrînê û hemû pêkhateyên wê, li hember bombebarankirina Afrînê û pirotestokirina êrîş û destdirêjiya hovane ya rijêma Tirkiyê û giropên çekdar yên bi navê “artêşa azad” li ser Afrînê, bi dirêjahiya zêdetir ji 10 rojan ,bi bombebarankirina Afrînê bi top û tank û firokan bi behaneya hebûna endamên PKK'ê, ku têde bi 10an sivîl , jin û zarokan şehîd bȗn,û birîndar kirin ,hevdem ligel bêdengiyeke navdewletî.
Ji bo vê yekê û ji bo gihandina dengê gelê me yê Afrînê bo raya giştî a Holendî, em gaziyê li revenda kurdî dikin ji bo beşdar bibin di vê girevê de.
Hêvîxwazin ku xwepêşander pabend û pêgiriyê bin bi tenê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê û silogan û dirûşmên hevxemiyê û hevkariyê ligel Afrînê û şermezarkirina êrîşa Tirkiyê.
Xwecihiya ENKS'ê li Holenda
Hevkarî
30.01.2018'ê zayînê