Print this page
ENKSê ji Almaniyayê xwest ku şerê Efrînê rawestê

ENKSê ji Almaniyayê xwest ku şerê Efrînê rawestê

3:05:20 PM

RojavaNews :Nȗneratiya Ewropa ya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ENKSê ,hevdîtinek bi Endama encumena serkirdayetiya partiya Kesk a Almanî re,li parlementoya welayeta Nordirayin Vestîvalin,li Dosildorfê ,bo Efrînê,kir.

Jêderekê ji Şandeya ENKSê ji RojavaNews re got ku :”me  ji cîgira partiya Almanî xwest ku,Almaniya desttêwerdanê di rwestandina topbarana Tirkiyê li ser miletê kurd li  Efrînê ,bi ke.

Şandeya ENKSê ji serokê nȗneratiyê ,Ebdulkerîm Hacî ,ȗ berpirsê Ofîsa Pêwendiyan ,Kajal Derwîş, pêkhatîbȗ.

Jêderê berdewam kir” Nȗneratiya Ewropa ya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ENKSê,wê hejmarek hevdîtinan bi berpirsên Ewropayê re bi ke,da bi awakî lezgîn şerê li ser Efrînê raweste,ȗ parastina sivîlan ȗ piştevaniya Efrînê ji aliyê rêxistinên alîkariyên Navdewletî  ȗ Civaka Navdewletî were kirin.