Print this page
ENKSê bi nûnerên 10 welatan re dicive

ENKSê bi nûnerên 10 welatan re dicive

 

1:08:50 PM 

RojavaNews: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) ji bo parastina sivîlên Efrînê li bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê ligel nûnerên 10 welatên cîhanê dicive.

Komîta Ragihandinê ya ENKSê li Kobanê di daxuyaniyekê de ragihand, duh şandeke ENKSê li bajarê Rihayê ligel nûnerên (Fransa, Almanya, Danmark, Amerîka, Hollanda, Australia, Siwêd, Norway, Kanada, Newzealand û Yekîtiya Ewropayê) civiya.

Daxuyaniyê diyar kir, di civînê de li ser rewşa Efrînê û hewla parastina welatiyên sivîl ji şerê ku li herêmê dibe û alîkarkirina wan guftûgo hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat jî, ku aliyê Amerîkî amadehiya xwe nîşan da ji bo  Pêşmergeyên Roj bicive, ji ber ku ewê di qonaxa bê de ji hêzên çalak be ji bo birêvebirina civakê.

Herwiha nûnerê Amerîkî da zanîn, di plana Washingtonê de ye ku alîkariya hêzên siyasî û medenî li bakurê Sûriyê bike, ji bo geşedan û avakirina projeyan li navçê.

Wî tekez kir, pêwendiyên Amerîka bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tenê di warê şerê li dijî terorê de bû.

Ji aliyê xwe ve, şanda ENKSê amadehiya xwe ji bo hevkariya ligel Hevpeymaniya Navdewletî nîşan da ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê ji navçê re.

Herwiha ENKSê tekezî li ser wê yekê kir, divê pêkhateyên Sûrî navçeyên xwe bixwe birêve bibin û tundûtûjiya olî û netewî bidûr bikevin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Herêma Efrînê di roja 53emîn de berdewam e, û Bajarê Efrînê bi giştî hatiye dorpêçkirin û metirsî heye ku şerê kolanan were dest pê kirin, di dema ku bi sed hazaran sivîl li wî bajarî dijîn û metirsî li ser jiyana wan zêde dibe ji ber qutbûna ava vexwarinê û kêmbûna pêdiviyên xwarinê.