Print this page

Barzanî: Qedera yên alîkarî dane DAIŞê dê mîna DAIŞê be

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, ew kesên ku alîkariya çekdarên DAIŞê kirine dê qedera wan jî mîna qedera DAIŞê be. 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê, pêşwaziya şandeke leşkerî û siyasî ya Amerîkayê kir. Di nav şanda amerîkî de senator Jack Reed û hinek rayedarên leşkerî û siyasî hebûn.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Barzanî diyar kir ku di şerê DAIŞê de tenê rêbazên leşkerî têrê nakin ji ber wê jî divê li kêleka şerê leşkerî şerê hizrî û aborî jî li dijî wê rêxistinê bê kirin.

Serok Barzanî her wiha anî ziman ku Pêşmerge alîkariya wan kesên di şer de pişta DAIŞê negirtine, kiriye lê “qedera wan kesên ku di şer de alîkarî dane DAIŞê dê mîna DAIŞê be.”

Li gorî malperê, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Amreîkayê kir ku di şerê DAIŞê pişta gelê Kurdistanê û Pêşmerge girtine û ragihand ku divê tenê bi zimanê şer û lêdanê bi terorîstan re were axaftin. 

Mesûd Barzanî her wiha destnîşan kir ku şerê DAIŞê tenê şer Kurdistanê û hêzên hevpeyman nîne ji ber wê jî divê hemû cîhan tevlî vî şerî bibin û li dijî terorîstan şer bikin û azadî û kerameta mirov biparêzin.

Senator Reed jî diyar kir ku divê di warê çek û pêdiviyên şer de zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin û got, hewlên Amerîka ji bo vê yekê hene.