Print this page
Çekdarên ser bi PYDê ve ciwanekî kurd li Amûdê revand

Çekdarên ser bi PYDê ve ciwanekî kurd li Amûdê revand

12:43:05 PM

RojavaNews: Çekdarên ser bi PYDê ve li bajarê Amûdê ciwanekî Kurd bi navê Amir Mecîd Şêxî di 22-03-2018an binçav kir û ta niha çarenivîsa wî nediyare.

Jêderekê ji malbata Amir ji RojavaNews re ragihand, ”ku piştî Amir ji Kurdistana Başûr derbasî Roavayê Kurdistanê bû û dixwest çereseriyekê ji nexweşa xwe re bibîne, çekdarên ser bi PYDê ve ew binçav kir û ta niha çarenivîa wî nediyar e”.

Heman jêderê tekez kir, ku ”Amir li hewlêrê bibû niştecî û di Hotêlekê de  kar dikir û ji ber nexwaşiya xwe, wî dixwest derbasî Amûdê bibe, lê di wê demê de sêlfîkî xwe bi cilên pêşmergeyan wergirtibû û çekdarên PYDê bi tometa Pêşmergetiyê  ew hate binçavkirin û ta niha çarenivîsa wî nediyar e”.

Li Rojavayê Kurdistanê  gelek kesên siyasetmedar û kadroyên çalakvan yên PDKSê û ENKS, mîna serkirde Abdurrahman Apo, Cemîl Mihemed  û Ehmed Seydo û gelek kesên din ji aliyê rêxistina PYDê ve bi rêyên nerewa hatine binçavkirin.

Malbata Amir Mecîd  bang li hemû rêxistinên sivîl, mirovî û yasayî yên hundir û navdewletî kir ku fişarê bixin ser PYDê, da ku ew bilez were sebestberdan an jî çarenivîsa wî were xuyakirin.