Print this page
Neteweyên Yekgirtî: Derbederên Efrînê ji yên Xûtayê zêdetir bûne

Neteweyên Yekgirtî: Derbederên Efrînê ji yên Xûtayê zêdetir bûne

1:18:21 PM 

 RojavaNews: Hevrêzkarê mirovî yê Netewên Yekgirtî li Sûriyê, Elî Ze'iterî di daxuyaniyekê de ragihand, ku hejmara xelkên ku ji bajarê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî yên ser bi Hukometa demkî ve  derbeder bûne bûne, ji hejmara derbederên  navçeya Xûtaya Rojhilatê Şamê bêtir e.

Ze'iterî got jî: "Heya niha Tirkiyê ti daxuyanî derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo bajarê Efrînê nedaye û niha 180 hezar kes ji Efrînê derbeder bûne û rewşa wan gelekî xerab e".

Berî niha jî Ze'iterî ragihandibû, ji bo çareserkirina rewşa mirovî li bajarê Efrînê û Xûteya Rojhilat, pêwîstî bi 150 milyon Dolar heye, lê tenê 6% ji wê ji wê rêjeya pereyan li ber destên wan heye.

Ji aliyekî din ve, çalakvanên Efrînê li ser torên civakî tekez dikin, ku heya niha bi hezaran derbederên Efrînê li herdu bajarokên Nubbil û Zehra û ji gundê Aqûbê asê mane û tê gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê  û çekdarên  YPGê li ser rêbendan, rê li ber vegera wan digirin.