Rojava News: Li başûrê bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê şer di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.
Îşev çekdarên DAIŞê li bilindahiyên Sultan Ebdullah li başûrê bajarokê Mexmûrê êrişî Pêşmerge kirin lê bi alîkariya balafirên şer êrişa wan hat şikanidn.
Li gor hatiye zanîn; çekdarên DAIŞê êriş gundên Wadî Xerab û Tilrîmê li eniya Guwêrê kirin lê êrişa wan hat şikandin û 27 çekdar hatin kuştin.