Print this page
Wênegireke Kurd li Efrînê ji aliyê çekdaran Artêşa Niştimanî  ve hat binçavkirin

Wênegireke Kurd li Efrînê ji aliyê çekdaran Artêşa Niştimanî ve hat binçavkirin

7:55:08 AM 

RojavaNews: Wênegir û Endama Komîta Hawarçûnê ya Erebî – Kurdî, Dilşan Qerejol li Efrînê ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ya Hikumeta Demkî li  Sûriyê ve hat binçavkirin û çarenivîsa wê ta niha ne diyar e

Jêderkê ji RojavaNews re ragihand, endama komîta Hawarçûnê ya Erebî – Kurdî, Dilşan Qerejol ji pêr ve li Efrînê ji aliyê Firqeya Sultan Murad a ser bi Hikumeta Demkî li  Sûriyê ve hatiye binçavkirin û kamîre û kompiyotera jî wê birine.

Tê zanîn, ku sedema girtinê û cihê Dilşan Qerejol ew ji 2 roj in ve di pêwendiyan de ne, lê ta niha wan ti agahî bidest nexistine û çarenivîsa Dilşanê jî ne diyar e.

Dara Stirî bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir, ku fişarê li grûpên çekdar ên opozîsyonê bikin, ji bo çarenivîsa Endama Komîta Hawarçûnê ya Erebî – Kurdî Dilşan Qerejol bê diyarkirin.

Dilşan Qerejol wênegireke Kurd a Efrînê ye, di gelek di pêşangehên wênegiriyê li ser asta Sûriyê de beşdarî kiriye û demek e di warê mirovî û hawarçûnê de kar dike.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ji roja 18ê Adara bûrî  ve derbasî Efrînê bûn û li gor zanyariyan jî bi dehan xort û keçên Efrînê bi sedem û tometên cuda ji aliyê wan ve hatine binçavkirin.