8:25:48 AM
RojavaNews: Birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê bi navê Dilovan Îdrîs Barzanî koça dawî kir.
Birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Îdrîs Barzanî roja Duşemê (02.04.2018) li bajarê Hewlêrê ji ber kirîza dil di 52 saliya xwe de koça dawî kir.
Nêçîrvan Barzanî û Dilovan Îdrîs Barzanî cêwî bûn û herdu bira 21ê Îlona 1966an li herêma Barzan ji dayîk bibûn.
Dilovan Îdrîs Barzanî Nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê karûbarên civakî bû.
Dilovan Barzanî bavê çar zarokan bû, û ji bilî zimanê Kurdî zimanên Erebî û Îngilîzî jî dizanî.