1:32:08 PM
RojavaNews: piştî hin derbederên Efrînê li gundewarên navçeya Şêrewa vegerîne Herêma Efrînê, çekdarên Artêşa Niştimanî ên ser bi Tirkiyê ve astengiyan ji welatiyan re çê dikin û eger çend malbat derbasî Herêmê bûne, lê çekdarên li gundan nahêlin gundî vegerin gundên xwe û ta rêgiriyê li termên welatiyan digirin ku di goristana gundên xwe werin veşartin.
Jêderekê ji navçeya Şiyê ji RojavaNews re ragihand, ” piştî karwanek ji derbederên xelkên gundê Qermîtliqê bi termê welatiyekê re bi navê Nazliyê Mustefe Beglero gîhabûn navçeya Şiyê çekdarên Artêşa Niştimanî rêgirî li wî karwanî girtin û nehêştin termê wê welatiyê li goristana gundê Qermîtliqê bi axê were spartin û termê wê li goristana gundê Erendê bi axê hate spartin”.
Heman jêderê tekez kir, ku ”welatiyên gundê Qermîtilq ku derbasî Efrînê bûne û li gundê Hesîrkê û navçeya Şiyê bi cih bûne û ew dixwazin bi zûtirîn dem vegerin gundê xwe, lê çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi ti awayî nahêlin vegerin wî gundî û welatî di metirsiyekê de ne ku malên wan bi giştî werin talankirin û li cih û şûnwarên wan hineke beyanî bicih bikin û ew vê mal bimînin û li gor wî jêderê hin malbatên nenas li Qermîtliqê bi cih bûne”.
Tê zanîn ku Artîşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve di 18ê vê mehê de bajarê Efrînê kontrol kirin û dest bi rûxandina hin simbolên netewê kirin û pişt re mal û dikan û terektor û wesayêtên welatiyên Kurd bi giştî talan kirin û derbasî Ezazê û Kilisê kirin û niha jî nahêlin welatî vegerin cihên xwe û metirsî heye bê şûnûwar bimînin û ta vê deme talan berdewam e