8:24:04 AM
RojavaNews: Jêderne xwecehî ji Rojavayê Kudistanê gotin, ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) bi sedan revandî û binçavkiriyên Kurd, ku çekdarên PYDê ew binçavkirine radestî rêjîma Esed kir.
Jêderne taybet ji RojavaNews re raghandin ku, PKKê 300 girtî û revandiyên li ser destê çekdarên PYDê hatbûne binçavkirin radestî rêjîma Sûriyê kirin, û di nav wan de Ebdilrehman Apo serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bû, ku bi otombîleke ji corê van berev Cizîra Rojavayê Kurdistanê ve birin û heta niha çarenivîsa hemû girtiyên hatine radestkirin nediyar e.
Tê zanîn ev ne cara yekê ye, ku serkirde Apo rastî revandin û zindanê tê û bê sedemên rast, ji bilî ew raya xwe bi kar tine, û Rêveberiya Xweser ew tawan kiriye bi tomatên mîna rabûna wî bi çalakên nerewa û têkliyên Rêveberiya Xweser bi rêjîma Sûriyê û kêmkirina taybetmendiya Şehîdan, û armanc ji van tometan jî çalak û raya wî di miletê xwe de were rawestandin