Print this page
Efrîn:Bi dehan malbatên derbeder gihane navenda navçeya Şiyê

Efrîn:Bi dehan malbatên derbeder gihane navenda navçeya Şiyê

12:37:42 PM 

RojavaNews: Duh, roja Înê, bêhtirî 50 malbatên derbeder gihane  navenda navçeya Şiyê û bêhtirî 75% ji sivîlên gundê Qermîtliqê yê ser bi navçeya Şiyê gihane gundê xwe, ku ew malbatên li gundê Erendê bûn û çekdarên Artêşa Niştimanî rêgirî li wan kiribûn ji çend rojan ve ji bo sedemên ne diyar û pişt re rê dan sivîlan ku li malên xwe vegerin.       

Jêderekê ji navçeya Şiyê ji RojavaNews re ragihand, “Duh, roja Înê bêhtirî 50 malbatên derbeder gihane navçeya Şiyê, ku ew li gundê Erendê hatibûn neştecî kirin ji aliyê grûpên çekdar ve û piştî ew gihane malên xwe wan dît malên wan bi giştî hatine serûbinî kirin û hin kelûpelên malan hatine dizîn û pişt re welatiyên navçeya Şiyê dest bi baqişkirina mal û kolanên xwe kirin û Komeleya Buhar wê alîkariyê ji wan re pêşkêş bike û ji nû ve nanegeha navçeyê ji nû ve hate bikaranin.” 

Jêderekê ji gundê Qermîtliqê ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Înê rêbenda li ser riya wî gundî  hate rakirin û welatiyên gund bi aramî û bê kêşe  gihane gundê xwe û rêjeya welatiyan gihabû 75%, lê hin malên mezin ji aliyê malbatên grûpên çekdar hatibûn desteserkirin û ta vê deme ew mal ji wan nehatine valakirin.  

Tê zanîn, cend karwan ji bajarokê Til Rifetê û Nibulê û gundê Aqûbê di riya rêbenda Birc Qasê gihane bajarê Efrînê, lê karwanekî bi sedên wesayêtan li ser rêbenda Kîmarê asê mane û Artêşa Tirkiyê rê nadê wan ku debasî Efrînê bibin û ew derbeder di rewşeke dijar de dijîn û bang dikin çareeriyek ji an re were danîn.