1:00:56 PM
RojavaNewS: Bîhtirê 140 malbatî ji welatiyên Efrîna Rojavayê kurdistanê ji 18a miha Adarê ta niha derbasî Herêma kurdistanê bûn, û tevahiya wan li parêzgeha Dihok û Hewlêrê neştecîbûn e.
Jêderkê taybet ji RojavaNews re eşkere kir, ku ji 18 miha Adarê ta niha bêhtirî 140 malbatî ji welatiyên Efrîna Rojavayê kurdistanê wate nêzîkî 700 kesî derbasî Herêma Kurdistanê bûne, û li bajarê Dihok û Hewlêrê neştecîbûne .
Li gorî heman jêderê, ku ew penaberên Efrînê di riya penaberê de dema ku ji Efrînê beriv Herêma Kurdistanê birêketin bêhtiriya wan ji aliyê qaçaxçiyên ku bi ser PYDê ve 400 dolarê Amerîkî ji wan standine tenê ji Serêkaniyê ta ku bigihin Qamişlo û li ser sînorê Herêma Kurdistanê jî dema ku derbasdibin qaçaxçî 150 dolarê Amerîkî ta 275 dolarî ji penaberan destine.
Tê zanîn ku penaberên Efrîna Rojavayê kurdistanê di riya penaberiyê de rastî gelk astengî û kîşeyan tên ku hejmarek ji wan rastî ziyanên canî û birîndariyê hatine.