Print this page

Li Dêrsim’ê ji bo roja zimanê zikmakî çalakî hat lidarxistin

Rojava News: Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, Baskê Komeleya Mamostayan (Egîtîm-Sen) a Dêrsîmê li navenda bajêr çalakiyeke girseyî li dar xist.

Hemwelatiyên ku di bin pêşengtiya Egîtîm-Sen a Dêrsîmê de li ser Sûka Binerdê ya Şaredariyê li hev civiyan, daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî kirin. 

Di çalakiya ku dirûşmeya 'Zimanê zikmakî maf e, nabe were astengkirin' hat berzkirin de Nûnerê Kurdî-Derê Emrûllah Zaza bal kişand ser dîroka roja zimên û got ku digel zaravê Kirmanckî li cîhanê 2 hezar û 500 ziman û zarava bi tunebûnê re rûbirû ye.