Print this page
Bi hezaran derbederên Efrînê  li ser rêbenda Kîmarê asê mane

Bi hezaran derbederên Efrînê li ser rêbenda Kîmarê asê mane

11:31:58 AM 

RojavaNews: Artêşa Tirkiyê ji pênc jojan ve nahêle karwaneke ji 400 otomobîlên veguhaztinê ji deberderên Efrînê li ser rêbenda kimarê darbasî Efrînê bibin, ku ew bi peran xwe ji rêbenda çekdarên Nibulê ya ser bi rêjîma Sûriyê ji berî çend rojan derbas kiribûn, ta gihane rêbenda Kîmarê û ew li ser riya kîmarê bi hezaran asê mane û  di rewşeke gelek zehmet de dijîn û ta vê demê Arsêta Tirkiyê rê nade wan ku derbasî Efrînê bibin.

Jêderekê ji ser rêbenda Kîmarê ji RojavaNews re ragihand, “Artêşa Tirkiyê û ji pênc rojan ve, nahêle karwanek ji 400 otomobîlên veguhaztinê ji derbederên Efrînê debasî Efrînê bibin û berve  malên xwe herin û astengiyan  û ji wan re çêdikin û ji wan re dibêjin divê hûn vegerin cihên jê hatine û ev kiryar bûye cihê metirsiyê û pirsê û ta vê demê çarenivîsa derbederan nediyare .”

Heman jêderê tekez kir, ku hin welatî bi piyan û dizî di nava zeviyan re xwe ji rêbendê xelas kiribîn û berê xwe dabûn Efrînê, lê leşkerên Tirkiyê gule di sere wan de reşandin ku vegerin cihên xwe.  

Heman jêderê got, “ku derbeder li ser wê riyê asê mane û li ber dîwar û sêncan şev û rojên  xwe li ber sermayê derbas dikin û ji ber kêmbûn û tinebûna avê û pêdiviyên xwarinê rewşa wan gelek xerabe û bi taybet zarok û yên bi temen ku nexwaşî di nav wan de zêde dibe û ta vê demê ti alîkarê ji derbederan re nehatiye pêşkêş kirin.”    

Ji aliyekî din ve çekdarên Artêşa Niştimanî û bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê li ser rêbenda gundê Atmê riyê ji welatiyên Xûtayê û malbatên çekdarn re vedikin ku derbasî Herêma Efrînê bibin  û di malên xelkê bi cih bibin.

Tê zanîn, derbederên li ser  rêbenda Kimarê  matmayî mane û bang li hemû Rêxistinên Sivîl û Mirovî û  Mafnasî û Navdewletî dikin ku fişarê li  ser Hikumeta Tirkiyê bikin ku bi zûtirîn dem ew rêbend were vekirin û derbederên asê mane debasî Efrînê bibin.