Print this page
Efrîn: Kuştina welatiyekî li ser destê çekdarên “El-Cebhe El-Şamiye”

Efrîn: Kuştina welatiyekî li ser destê çekdarên “El-Cebhe El-Şamiye”

11:16:24 AM

RojavaNews: Duh roja Yekşemê, çekdarekî  ser bi El-Cebhe El-Şamiye” guleyek di serê welatiyekî bi navê, Neşet Suleyman Dedo, temen 33ê salî, ji gundê Hisê yê ser bi navçeya Mabeta ve xist û di cih de ew hat kuştin.  

Jêderekê ji gundê Hisê ji RojavaNews re ragihand, ku çekdarekî ser bi El-Cebhe El-Şamiye” ve   welatiyekî bi navê, Neşet Suleyman Dedo, temen 33ê salî, jiber cilên Kurdî li xwe kiribû û biniyaz  guleyek avête serî wî û ew di cih de hat kuştin û çekdaran li wî gundî ji mileyê mizgeftê re axivîn ku wan gûman kiribû ew welatî ser bi çekdarên YPGê ve ye.    

Heman jêderê tekez kir ku navbûrî  bi ti aliyekî ve  negirêdayî ye û ji xelkê wî gundî re zelal e ku kêmbûn di hişê wî de heye û jiber wê sedemê ew li rêbendê nesekiniye, lê ti tişt di destê wî de tinebû ku gûman li wî were kirin û vî awayî were kuştin.

Ji aliyekî din ve hin jêderên taybet tekez kirin, ku çekdarên Artêşa Niştimanî welatiyek ji gundê Gurzêlê armanc kir û ew hat kuştin bi tometa çekdarekî  YPGê bû û bûyerên kuştin û revandin û talankirina mal û milkên xelkê li vê dawiyê zede bûye û bi taybet revandin û binçavkirina  welatiyan bi tometa ku ew alîgirên PYDê bûn.   

Tê zanîn, piştî çekdarên Artêşa Niştimanî derbasî bajarê Efrînê bûn, mal û milkên xelkê talan kirin û li gundan astengiyan ji liv û çûnûhatina welatiyan re çê dikin jiber sedemên nediyar.