12:36:29 PM
RojavaNews: Balyozê berê yê Tirkiyê yê li Amerîkayê, Şûkrû Elekdag dibêje, Amerîka dixwaze dewleteke Kurdî ya federalî li Sûriyê ava bike.
Şûkrû Elekdag ji rojnameyeke Tirkî re axivî û got, Amerîka ji Sûriyê venakişe û Donald Trump dê birayara xwe biguherîne. Li Sûriyê armanca Amerîkayê ew e ku dewleteke Kurdî ya federalî ava bike.
Şûkrû Elekdag got jî, ev siyaseta Amerîkayê dê berdewam bike û li rojhilatê Ferêt ku di bin desthilatdariya Amerîkayê de dewleteke Kurdî ya federalî dê were avakirin. Herwiha PYDê niha hevpeymanê Amerîkayê ye û ev hevpeymanî jî dê berdewam bike.
Ev daxuyaniya Balyozê berê yê Tirkiyê yê li Amerîkayê di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump berî çend rojan ragihandibû, ku ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.
Lê birêvebirên Idareya Koşka Spî li dijî vê nêrîna Serokê Amerîkayê bûn û ragihandin ku, nabe ew ji Sûriyê vekişin û heya niha şerê DAIŞê bidawî nebûye.