Print this page
Efrîn: Mayînek li taxa Mehmodiyê teqiya malbatek bi temamî bû qurbanî

Efrîn: Mayînek li taxa Mehmodiyê teqiya malbatek bi temamî bû qurbanî

10:13:23 AM 

RojavaNews: Duh roja Duşemê, mayînek , li taxa Mehmodiyê ya ser bi bajarê Efrînê di avahiyekê de teqiya û di encama wê teqînê de malbatek ji pênc kesan bi giştî bû qurbanî û di nav wan de du zarok habûn û avahî hat rûxandin.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, “duh katijmêr 11, mayînek di nava avahiya bi navê  bavê Amir de teqiya û di encama wê teqînê de malbatek ku ji 5 kesan bû  bû qurbanî û avahî bi temamî hate rûxandin û gelek ziyan gîhabûn mal û avahiyên derdora cihê teqînê .”

 Heman jêderê ragihand, ku “duh, piştî nîvro, mayînekî din li gundê Qenterê  ya ser bi navçeya Mabeta, Efrînê, di nava mala, Mesoud Menan Omer  de teqiya û di  encama teqînê de xudiyê malê  bû  qurbanî û mala  wî hat rûxandin.”

Ev ne cara yekêye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine li bajarê Efrînê û gundewarên wê diteqîyan, wek gundên: Şêx, Qermîtliqê, Ereba, Qorîgolê, taxa Eşrefiyê û Mehmodiyê û navenda bajarê Efrînê û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn qurbanî û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahiyên welatiyan bi temamî hatin rûxandin.

Hin Jêderên taybet ragihandin, ku ne tenê mayîn di malan de hatine çandin, lê li gorî wan jêderan, ku li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco, li derdora goristana gund (Qeredoxanê) û li nava zeviyên welatiyan li derdora gund bi dehan mayîn hatine çandin û ev bûyer dibe cihê pirsê û jiyana welatiyan di metirsiyêde ye.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û hin dibêjin mayîn ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ve jî hatine çandin ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û pirsê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de  dijîn û bang dikin ku ustibarê Artêşa Tirkiyê ye ku zûtirî dem mayînên hatine çandin werin hilkirin û paqişkirin.