12:52:39 PM
RojavaNews: Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi Tirkiyê ve bêhtirî 70 malên gundê Qermîtliqê desteser kirine û efserên Artêşa Tirkiyê û malbatên çekdaran di wan malan de bi cih bûne û 80% ji sedî, malên wî gundî hatine dizîn û talankirin.
Jêderekê ji gundê Qermîtliqê ji RojavaNews re ragihand û wêne jî şand, ku efserên Atrêşa Tirkiyê malên welatiyên gundê Qermîtliqê ya ser bi navçeya Şiyê desteser kirine û ji xwe re kirine baregeh û dema derbederên wî gundî vegeriyan malên xwe, ew ji aliyê Artêşê ve hatin redkirin û malên wan vala nekirin û ew di malên din de bi cih bûn.
Heman jêderê tekez kir, ku bêhtirî 70î malên gundê Qermîtliqê ji aliyê grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve desteser kirin e û malbatên xwe tê de bicih kirin e û malên mayî jî bi temamî dizîn e û talan kirin e û dema derbeder vegerîn malên xwe, wan çekdaran malên welatiyên vala nekirin, û welatiyên wî gundî di metirsiyeke rasteqîn de dijîn ku ji malên wan dernekevên.
Tê zanîn, gelek malên gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên çekdar hatine desteserkirin û hin gund hene bi temamî hatine dizîn û talankirin û ev kiryarên ne rawa ji aliyê wan çekdaran ve bûne cihê pirs û metirsiyê ku di paşerojeke nêzîk de guhartineke demografî li wan gundan were dirustkirin.