Print this page
Mayînek di otombîlekê  de teqiya 12 kes şehîd ketin

Mayînek di otombîlekê de teqiya 12 kes şehîd ketin

 

9:53:10 AM 

RojavaNews: Duh, deme hin malbatên  derbeder ji gundê Qestel Cindo û Qerebaba dixwastin biçin Helebê, Mayînek li dijî Tankan di otomobîla cureya Van de teqiya û di encama teqînê de 12 kes bûn qurbanî û zarokek bi çûk birîndar bû.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku duh, dema malbata Husên Sîdo ji gundê Qestel Cindo yê ser bi navçeya Şera dixwast biçin bajarê Helebê, mayînek li dijî Tankan li nêzîkî gundê Til-Cibînê di otomobîla wê malbatê de teqiya û di encama wê teqînê de 7 kes bûn qurbanî u zarokek biçûk birîndar bû.

 Heman jêderê ragihand, ku malbateke din ji gundê Qerebaba yê ser bi navçeya Raco ku wê malbatê jî dixwast biçe Helebê di heman Vanê de bû û 4 kes ji wê malbatê bûn qurbanî û kesek ji navçeya Şera jî di wê Vanê de bû qurbanî.

Li gorî zanyariyên hatine ragihandin, navên  qubaniyan ku hatine belavkirin ji her sê malbatên gundê Qestel Cindo evin: Husên Sîdo Ebdo 92 salî, Qudret Mosa Sulêman 70ê salî, Yasêr Husên Ebdo 28 salî, Hemîde Xelîl Hiso 22 salî, Rohîn Yasêr Husên Ebdo, Fîdan Reşîd, Şêrîn Simo û keçek .

Li gorî heman zanyariyên hatine ragihandin, ku navên qurbaniyên gundê Qerebaba evin:  Welat Bekir, Nûjîn Bekir, Zekiye Bekir û dayîke wan bi navê Nîrozew jî bû qurbanî û kesek bi navê Rêzan Reşo ji navçeya Şera bajarê Efrînê bû qurbanî.

Tê zanîn ku çekdarên ser bi PYDê ve bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û hin dibêjin mayîn ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ve jî hatine çandin ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û pirsê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de  dijîn û bang dikin ku ustibarê Artêşa Tirkiyê ye ku bi zûtirîn dem mayînên hatine çandin werin hilkirin û paqişkirin.